Amed: Encamên şerê navxweyî yê Tirkiyê

Alayên partiyê bi awayekî vekirî li ser kolanê li ba dibin. Lê belê serdêr tenê ji deriyê kêlekê dikarin xwe bigihînin avahiya HDP’ê ya Amedê. Di şerê sala 2015’an de, taxên li navçeya Sûrê ya dîrokî ku piraniya şêniyên wê Kurd in, di nava taxên herî zêde ji şer bandor bûne. Qedexeya derketina derve ya ku di wê demê de hatibû ragihandin ev 6 sal in hê jî nehatiye rakirin. Her çend tu kes êdî koçî vê taxê neke jî, qedexeya derketina derve ya li vê derê wekî qedexeya herî dirêj a cîhanê tê qebûlkirin.

“Qirkirina Siyasî”

Di heman demê de ew sembola nakokiya di navbera dewleta Tirk û Kurd ên li welêt de ye. Di pêvajoya aştiyê ya ku di sala 2013’an de dest pê kir de, hikûmetê hewl da provokasyonê bike. Murat Öndes dibêje: “Bi gotina provokasyonê mebesta min qirkirineke çandî û siyasî ye û niha jî ev yek diqewime, mîna dîwarê bajêr û bajarê kevn.” Öndes hevserokê HDP’ê yê Amedê ye û berpirsê xebatên rêxistinî yên partiyê ye. Çand û dîroka kurdan hatiye tunekirin û înkarkirin. Çand û dîroka kurdan hatiye tunekirin û înkarkirin.

Öndes wiha behsa serhildanên ku ji 100 rojan zêdetir dom kir û ji sedî 80ê navçeyê wêran kir dike:“Di pêvajoya aştiyê de, kurdan her tim dixwest ku xwe bigihînin herêmên xwe yên xweser.” Armanc ne herêmeke bi temamî xweser bû. Tenê dixwestin ku ziman, çand û nasnameya xwe di zagonên bingehîn de biparêzin. Şer û tundî ne armanc bû. Lêbelê:

Dema şêniyên Kurd fêm kirin ku pêvajoya aştiyê bi cidî nayê girtin, bertek nîşanî vê yekê dan.

Murat Öndes

Murat Öndes

Hevserokê Giştî yê Rêxistina HDP’ê ya Amedê

Ji bo çareseriyeke aştiyane

Baş e lê rola HDPê? “Partî tenê ji bo çareseriya aştiyane hatiye avakirin. Gulşen Ozer gotinê dibire û dibêje “ji ber vê yekê partî li dijî her cure şer e.” Ozer ji Adara 2019’an vir ve Hevşaredara Bismilê ye, lê di Cotmeha heman salê de li şûna wê û Orhan Ayaz qeyûm hat tayînkirin. Wekî tişta hatî serê hema hema hemû hevkarên wê. Ew dibêje ku hikûmetê pêşî li pêvajoya aşitiyê girtiye û êrîşên li ser xwenîşandanan, bûne sedema bertekên zêde.

Ji bo şiyarkirina netewperestiyê di nava gelê ne Kurd de pêwistiya wan bi şer heye.

Gülşen Özer

Gülşen Özer

Hevşaredara Bismilê û Hevseroka HDP’ê ya Amedê hat hilbijartin û ji peywirê hate derxistin

Özer di wê baweriyê de ye ku jiyana hevbeş a aştiyane dikare bibe çareseriyeke aştiyane. Ji bo vê jî HDP’ê hewl da ku di navbera hikûmet û Partiya Karkerên Kurd PKK’ê de navbeynkariyê bike. Hevserok dibêje, “Lê belê ev hewldana çareseriyê her du aliyan jî di nav xwe de dihewîne û divê dewlet li gorî vê tevbigere.” Di destpêkê de gavên rast jî hatin avêtin, lê piştre helwestên şaş bûn sedema şer.

Şer demografiya Amedê diguherîne

Ondes dibêje, di encama êrîşên li ser Sûrê de, artêşa Tirk demografiya bajêr hilweşandiye. Ondes diyar dike ku“Piraniya mirovên li wir xizan bûn. Niha ew xaniyên luks ava dikin,”. Ji ber vê yekê eger niştecihên berê bixwazin vegerin jî, êdî nikarin kirêyên wisa biha bidin. Li şûna vê, mirovên ku alîgirê hikûmetê ne bar dikin vê taxê. Ew hêvî dike ku hikûmet ji nû ve dest bi hevdîtinên çareseriyê bike. Pêvajoya aştiyê bi mîsogerkirina mafên gelê Kurd ên di destûra bingehîn de dikare dest pê bike.

Li Sûrê bermahiya qadeke niştecihiyê.

Avahiyên nû yên bi heybet cihê navçeya dîrokî ya Amedê digirin.

Alên Tirkiyê û wêneyên Erdogan li herêmên Kurdan bi awayekî mayînde hatine daleqandin.

Têkoşîna hebûnê

Dema ku ji wan tê pirsîn ku herêmên ku bi piranî kurd lê dijîn li Tirkiyeyê herêmên şer in, yan jî dikarin wisa bên binavkirin, bi hejandina serê xwe vê yekê erê dikin. Hevşaredarê Yenîşehîrê û Hevserokê Komeleya Wêjeya Kurdî Mehmet Devîren dibêje: Hikûmet dixwaze ku Kurd zimanê xwe û çanda xwe ji bîr bikin. Li çar welatên ku nifûsa wan a zêde ya Kurd heye, tu mafên wan ên bingehîn nînin û bi awayekî sîstematîk hatine tepisandin. Ew ji netew-dewletên îroyîn zêdetir e ku li wir dijîn. Deviren dibêje: “Kurd êdî bertekan nîşan didin. Heta niha ji bo maf û hebûna xwe şer kirine.

Berevajî Sûriyê, hikûmeta Tirkiyê binpêkirinên mafên mirovan zêedtir vedişêre, wek mînak bi kontrolkirina medyayê Ji ber xwezaya şer, aliyê wê yê fizîkî ji aliyê civakî kêmtir e. “Ewropa binpêkirina mafên mirovan paşguh dike,” Berê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi bandor bûn. Gulşen Ozer rexne dike û dibêje: “Em bêriya bertekên tund û bibiryar ên Ewropayê dikin.”